![]() ![]() Nivîsevan / Yazan: Ibrahim Güclü Demjmêr / Tarih: 30.07.2010 14:44:48 Mamoste û dozgerê pirsa neteweya kurd Dr. Îsmaîl Beþîkçî dê di 28-ê Tirmeha 2010-an de li dadgeha Beþîktaþ a Stenbolê (Dadgeha 11-emîn ya giran) bê darizandin. Qasî ez Dr. Îsmaîl Beþîkçî, Mamosteyê Sor nas dikim, ew darizandina xwe ji bona �xwe xem nake, ji darizandina xwe jî eciz nîn e. Lewra ew sîstema kolonyalîst û dewleta tirk baþ nas dike ku dewlet di pirsa neteweya kurd de çiqas xesas û bê vîjdan û bê edalet e. Ez dîsa baþ dizanim ku ew darizandina xwe li dadgehê wek dawetek û þolenekê þirove dike. Ew bi vî ruhî û bi vê kêfxweþî xwe ji dadgehê re amade dike. Ez baþ dizanim ku qadiyên dadgehê dê poþman bibin ku di derheqê Beþîkçî de doz vekirine. Lewra salona dadgehê dê bibe ciyê darizandina sîstema dewleta tirk û sîstema kolonyalîst, parastina mafên meteweya kurd. Ewê li dadgehê ji kurdekî zêdetir ji mafên neteweya kurd re xwedî derkeve û ewê seriyê xwe �li ber dadgehê netewîne. Ewê ji nivîsa xwe ya bûye sedema darizandina wî re, dê serbilindî, bi xeysiyet û qedirbilindiya mirovek3ý ilmî xwedî derkeve. Di ev dema ku gelek kurdan dev ji serxwebûna Kurdistanê berdane, ewê ji Kurdistana serbixwe re xwedî derkeve. Ewê mafê çarenivîsiya neteweya kurd û dewletbûna kurdan biparêze. Ewê dîsa îdia bike ku 1- Neteweya kurd 200 sal e ji bona serxwebûn û azadiya xwe xebat dike, 2- Dewletên kolonyalîst Îran, Tirk, Suriye, Iraq ji bona ku pêþîya serxwebûn û azadiya Kurdistanê bigrin tîfaq kirine û di vê qonaxê de jî tîfaqa wan dom dike, 3- Ew dewletan, dewletên ne demokrat, ne rasyonal, ne mirovî, ne vîjdanî, ne edalet in. Ew dewletan ji bona neteweya kurd zilm û zordarî qewimandiye. Ev zilm û zordarî nûha jî dom dike Ceribandinên 40 salên dawî ew rastiya derxist holê ku her çiqas gelek rewþenbîr, siyasetvan, serok û qadroyên kurdan yên kurdperwer li piþt deriyan, di qada îllegal û veþartî de ji bona neteweya kurd dewleteke serbixwe daxwaz kiribin û têkoþîna çekdar pêþniyar kiribin û ji bona þerê çekdarî xwe amade kiribin jî, hezar mixabin dema ku derketine pêþiya dadgehên dewleta tirk û pêþiya qadiyên tirk, serê xwe tewandine, ji serxwebûna Kurdistanê û ji mafên kollektîf yên kurdan bahs nekirine. Lê Dr. Beþîkçî çi fikiriye û çi nivîsandiye, ew nerînên xwe li ber dadgehan û li her dezgeheke dewletê jî bi awayekî gelek xwezayî parastiye. Di encamê de jî, cezabûna xwe jî gelek xwezayî pejirandiye. Dr. Beþîkçî bi vê helwestê jî, bi serê xwe xwediyê nexþerêyekê ye. Di encamê de jî, ji cezabûna xwe re gilî gazind nekiriye. Cezayên xwe gelek bi hêsanî qedandiye. Dr. Beþîkçî heta nûha 17 salan di hepsên dewleta tirk de maye. Di derbarê wî de heta nûha bi sedan sal ceze hatiye xwestin. Di vê merheleyê de jî, ji bona wî heþt sal nîv (8,5) ceze tê xwestin. Dr. Îsmail Beþlîkçî tirk e. Ji bajarê Çorumê û qezaya Îskîlîpê ye. Gorî agahdariyên wî, dema li zanîngeha îlma siyasî ya Enqereyê dibe asîstan, pirsa neteweya kurd bala wî dikþîne. Lewra her çiqas siyaseta dewletê ya fermî ew e ku kurd tune ne, lê her dem dubarekirina vê nerînê û raporên di derbarê kurdan de bala wî dikþîne. Van pirsan her demê dixwaze ku bi profesorên xwe re minaqeþe jî bike, mamosteyên wî vê derfetê nadin wî. Ew dema diçe li Kurdistanê li bajarê Çolemerîgê dibe leþker, bi realîteya kurd re rûberû dibe. Piþtî leþkeriya xwe xelas dike, li ser pirsa kurd dest bi xebatê dike. Wî piþtî xebateke dûr dirêj pirtûka “Doðu Anadolu’nun Düzenî” nivîsand. Analîz û þiroveyên “Xwepêþandinên Rojhilat” kir û ew þiroveyên xwe kir pirtûk. Li ser eþîreta Alîkan lêkolîn kir û wek pirtukekê çap kir. Dema ku li Zankoya Erziromê mamoste bû. Piþtî Darbeya Leþkerî ya 12ê adar a 1971-an hat hepis kirin. Ew ji bona name û pirtûkên xwe dadgeh bû û ceza girt. Wî li dadgeha leþkerî parêznameyên gelek hêja û naverok dagirtî pêþkêþî dadgehê kir. Min jî ew di sala 1968-an de nas kir. Dema min Beþîkçî nas kirin, wî di gelek rojnameyan û kovaran de xebatên xwe yên di derbarê pirsa kurd de diweþand. Dema ku di sala 1969-an de DDKO ava bû, wî di DDKO-yan de beþdarî gelek konferans û semîneran bû. Gelek gotarên hêja pêþkêþ kirin. Em bi hev re di hepsa Diyarbekîrê de jî man. Ew endamekî Komuna DDKO-yê bû. Wî di amadekirina �parêznameyên DDKOyê yên dîrokî de xebatên gelek hêja pêk anî. Piþtî ku ji hepsê derket, ew jî di damezirandina Rizgariyê de bû aktorekî serek e. Ew nivîskarekî kolektîf yê Kovara Rizgarî bû. Di avakirina îdeolojiya kurdîý de rolekî girîng girt ser milê xwe. Ew piþtî derbaya leþkerî ya 12-ê Îlonê jî hat hepis kirin. Demeke dirêj di hepsê de ma. Wê demê jîli hemberî dadgehan parêznameyên dîrokî pêþkêþî dadgehan kir. Ew di pirsa dewleta kolonyalîst û îdeolojiya fermî ya dewletê Kemalîzmê de gelek xesas e.� Ew ji bona rexneyên xwe yên radîqal yên di derbarê Kemalîzmê de ji aqademîsyênên kemalîst dûr ket. Ew aqademîsyenên kemalîst, ji wî re xwedî derneketin, ew her demê tewanbar kirin. Dr. Beþîkçî kesekî gelek xebatkar e. Wî heta heta nûha 37 pirtûk û bi sedan maqele nivîsandiye. Dr. Beþîkçî/Mamosteyê Sor, kesekî bawermend û qerardar e. Her çiqas ez beþdarî gelek nerînên wî jî nabim, ew di pirsa kurd de kurdolog, pispor e. Ew di qada navneteweyî de kesekî navadar e. Ez jî, ji wî gelek tiþtan fêr bûm û nûha jî ji nivîsandinên wî sûd werdigrim. Ez bi her awayî piþtgirê wî me. Hezar mixabin girêdayî konferansekê ez nikarim beþdarî dadgeha wî yekemîn bim. Loma ez gelek xemgîn im. Darizandina Dr. Beþîkçî ji bona Tirkiyeyê di sedsala 21-an de rûreþiyek e. Darizandina wî “demokrasiya Tirkiyeyê” deþîfre dike ku ev demokrasiya ji bona kurdan holê nîn e. Demokrasiya li Tirkiyeyê, ji bona neteweya tirk û elîtek biçûk û desthilatdar heye. Amed, 25. 07. 2010 Bersivan / Yanıtlar : E-mail: serbestiyakurdistan@hotmail.com |