Serbestî, mafê herî bingehîn ê mirovî ye, lê kurd jê bêpar e.


[ Bersivek Binivîse | Yanıt Yazınız ]  [ Forum ]  [ Nivîsên Nuh | Yeni Yazılar ]

Hemza Begê Miksî

Nivîsevan / Yazan: Konê Reþ  
Demjmêr / Tarih: 30.07.2010  03:18:12
 - 
Bersivek bo / Yanıtlanan mesajMalbat û kufletê rehmetî Samî Nasiro  -  Konê Reþ
Hemza Begê Miksî
(   -  1958)


Qehremanek ji pêþengê rewþenbîrên gelê min









   Hemza begê Miksî (Hemza Beg kurê Hacî Bekir)qehermanekî pêþeng bû di nav gelê kurd de. Eger navê vî lehengî hinekî di nav tariya salan de mabe jî, lê her ew wek zêrê zer e, çendîn sal di ser navê wî re derbas bin, navê wî nayê zingar kirin, her û her wê navê wî bi nirx û biha di nav dilsoz û wefadarên gelê kurd de bimîne.

   Di destpêka çerxa 20 an de Hemza Beg yek ji pêþengên rewþenîrê gelê kurdan bû li Stebnbolê. Wî jî wek hevalên xwe gelek kar û xebat di avakirina komeleyên pêþîn de li Stenbolê kir û wiha tev jiyana xwe bi wefadar û dilsozî di rêka Kurd û Kurdistanê de xerc kir.. Ciwaniya xwe di miþextî û zîvariyan de derbas kir.. Dûrî xizm, dost, heval û hogirên xwe buhirand, ji bil ku çend salên giring ji ciwaniya xwe di zindanên Kemalîstan de  derbas kir..

   Hemza Beg yek bû ji rojnamevanên kurd yên sereke, wî gelek kar û barên giran ji gelê xwe re pêþkêþ kirine. Di destpêka sala 1918 an de yekemîn rojnameya kurd/tirkî bi navê JÎN li Stenbolê  weþandiye, hem jî dîbacak bi nirx û biha di gel Mem û Zîna Ehmedê Xanî çap û belav kiriye.. Hin dibêjin ji bo çapkirina vê pirtûkê hatiye girtin û hin dibêjin ji bo rojnameya Jîn e û hin dibêjin ji bo bizav û çalakiyên wî, yên bêrawestan bi dûv pêkanîna prensîbên serokê Amerîkî Welson de hatiye girtin..

   Di baweriya min de Hemza begê Miksî di sala 1928 an de ji zindanê hatiye der û yekser berê xwe daye nav kurdên Binxetê, mîna Dr. Ehmed Nafiz beg Zaza û birayê wî Nûreddîn Zaza, mîna Arif beg Abas, Osman Sebrî, Qedrî beg û Ekrem beg Cemîl paþa...û li suriyê bûye endam di civata Xoybûnê de, ewa ku di sala 1927 an de li Beyrûtê hatibû damezirandin û ji encamên wê, þoreþa Agirî bi serkatiya Ihsan Nûrî paþa ala kurdistanê li ser çiyayên Araratê bilind kiribû..

   Di sala 1930/1031ê de, piþtî têkçûna þoreþê, li ser daxwaza hikumeta tirkiyê, hikumeta Fransî ya ku li suriyê desthilat bû dest datîne ser Hemza beg jî di gel Mîr Celadet Bedirxan, Dr. Ehmed Nafiz, Memdûh Selîm, Nûreddîn Zaza, Osman Sebrî, Qedrî Can, Qedrî û Ekerm beg Cemîl paþa, Haco axa, Mustefa û Bozan Þahîn...û tev li Þamê xistine bin rûniþtina zorê de..

   Di sala 1932 an de, Hemza beg ji rex desthilatdarên fransizan ve dibistanekê li Eyndîwerê, di binya bajarê Cizîra Botan de vedike û zarokên kurdan fêrî ilm û zanînê dike, ew yekemîn dibistan bû ku di wê herêmê de tê vekirin, hem jî di wê hingê de Dr. Ehmed Nafiz  pêre kilînîkekê li wir vedike.. û di nav kurdên Cizîrê de dibe wek gerînendayekî ji kovara Hawarê re û propagende ji zimanê Kurdî re dike..

   Di sala 1940 an de dibe edîtorê yekemîn dibistana fermî ya herî bilind di bajarê Hesekê de li parêzgeha Cizîrê.. Di sala 1943 an de dibe berpisyarê dibistanan û zanînê di tevî parêzgeha Cizîrê de û di wê salê de gelek mamostayên kurd ji Þamê têne Cizîrê dibin mamostayên zarokên kurdan, (hêjî hin ji wan saxin)..

   Li dor jinenîgariya wî; min gelekî da ser þopa vî lehengê kurd, min ji gelek kesan pirsî, belê mixabin, kesî tu nûçeyên wiha hêja nizanî bû. Bi tenê ji min re hat gotin ku jina wî tirk bû, zarok jêre çênedibûn, bi gelek zimanan dizanîbû. Bêtir bi van kesan re dida û distand: Mîr Celadet Bedirxan, Dr. Kamîran Bedirxan, Memdûh Selîm beg Wanli, Dr. Ehmed Nafiz, Dr. Nûredîn Zaza, Qedrî û Ekrem beg Cemîl paþa bûn..û hin xiristyan û ermen hebûn..

   Ew di roja 15 Remezana 1377 an koçî de, li bajarê Hesekê, di mala xwe de çû ber dilovaniya Xwedê, anko roja (05/04/1958) û li ser dazwaxa wî, ew li gundê Dugirê, di nav goristana welatparêzên kurdan de hatiye veþartin.

   Gundê Dugirê li bareþî Qamiþlo ye bi dor 27 K.M an, ji welarparêzên kurdan yên ku di vê goristnanê de hatine veþartin: Hacî Mûsa begê Xuwêtlî, Dr. Ehmed Nafiz beg Zaza, Arif beg Abbas, Haco axa, Silêmanê Abbas Axa, Dr. Qasim Miqdad Cemîl baþa, Ebdulrehman axa Eliyê Ûnis, Hesen axa Haco...

Wek ku diyare, Hejarê Mukiryanî yek ji helbestvanên komara Mehabadê bû, piþtî herifandina komarê reviyabû, xwe li nav Kurdên suriyê, li bajarê Tirbespiyê girtibû û lê dijîya.. Di sala 1958 an de dema ku Hemza begê Miksî çû ber dilovaniya Xwedê, rehmetî Hejarê Mukiryanî ev nivîsandin li ser kêla ber serê wî nivîsand:

Mamose Hemza beg
Rehberê fidakar !
Pir kes ji xew te kirine hiþyar
Raze bi xoþî bes menale
Peyman elê me ew hewale
Rojî ku welat bijî bibînim
Ez mijde bi xo bo te bînim

15 ê Remezana 1377 Koçî
05/04/1958 Zayînî

   Hêjaye gotinê ku gora Hemza Begê Miksî di goristana gundê Dugirê de di rewþeke xerab de bû; kêlên wê hatibûn þikenandin, kevirên li dor tirba wî hatibûn belawela kirin û bi zor dihat nas kirin.. Ew jî mîna pirraniya gorên welatparêzên kurdan di wê goristanê de, ku hina bi mebest ew gor xera dikirin..!! Jixwe gora Hacî Musa Begê Xuwêtlî êdî kes nema cihê wê nas dike..! Ji berî çend salan ve partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê(Yekîtî), gora Hemza Beg restore kirin.. Em jî ji dil spasiya wan dikim.. Xwezî hina ji dewlimendên Kurdan gora Hacî Mûsa Begê Xuwêtlî jî nûjen kiribana.

Konê Reþ, Qamiþlo, 28.07.2010







Bersivan / Yanıtlar :

[ Bersivek Binivîse | Yanıt Yazınız ]  [ Forum ]  [ Nivîsên Nuh | Yeni Yazılar ]


Serbesti Web / 2003 - 2010
E-mail: serbestiyakurdistan@hotmail.com