![]() ![]() Nivîsevan / Yazan: Hesen Huseyîn Denîz Demjmêr / Tarih: 25.07.2010 15:13:42 Qasidên ji Bo aþtiyê ji Qendîl û Mexmûrê çûbûn Türkiye û komek ji wana bi dadgehkirinê re rû bi rû mabûn paþ de vegeriyan. Her çiqasî vegereke derengmayî be jî ev veger pêqîstiyek bû. Di rastiyê de divîbû roja dewleta tirk peyamên wan ên aþtiyê nepejirand, destûr bidaya wana ku bikarîbana vegeriyana warên jê hatine. Lê dewleta tirk ev rûmet þanî neda, ji ber ku bi rastî sazûmana dewletê bi kiryarên xwe ruyê xwe yê bêrûmetî eþkere kiriye. Di rewþen asayî de li warekî dema qasidên aþtiyê bi rê ketin gihiþtin cihê kirine armanc û li wê derê daxwaza wana neyê pejirandin, rê tê dayîn ku paþ de vegerin. Lê me dît ku dewleta tirk ew darezandin û avêtin zindanê, qasidên ji ber devê þur filitîn ger derbasî cihê jê hatine nebana wê ew jî hatibana girtin. Bi vê sedemê biryara vegerê di cih de ye. Li aliyê din pevçûna di aliyê kurd û tirk de hat pêngaveke ku KCK di demeke nêz de amadekariyên beyankirina Kurdistana Xweser biqedîne û pêdiviyên wê pêk bîne. Gelê kurd divê bi awayekî psîkolojîk û pratîkî xwe ji bersivdayîna vê re amade kiribe. Tiþta herî baþ a vê biryarê ew e ku wê kurd di dîroka xwe de cara yekem bikaribin nasnameyeke kurdî bixin bêrîka xwe. Ji bo ku ev pêngav bikaribe biser bikeve divê li tevahiya cîhanê kurdên hene, xebat û hewildanên dîplomatîk bimeþînin. Bi van xebatên dîplomatîk divê kurd karibin herî kêm bi yek-du dewletan vê biryara Kurdistana Xweser bidin pejirandin û destek û piþtgiriya wana bistînin. Tê zanîn ku wê ev yek pir zahmet be, lî bi heter divê were meþandin. Nasnameya kurdî divê herî kêm li welatên cînar bikaribe derbasker be. Mînak li Kurdistana Federe kurdên Bakurî bikaribin bi nasnameya xwe tev bigerin. Kurdekî ji Bakur derbasî Baþur bibe divê ne bi nasname û pasaporta Tirkiyê, bi ya KCKê karibe biçe û vegere. Û pê re ev nasnameya kurdî divê bi dewletên cînar û bi Ewropayê re were pejirandin. Ger Ewropa wekî dibêje bi nirxên demokratîk ve girêdayî ye û ji mafên kêmenetewan re rêz digre, wê demê divê ew destpêkê nasnameya kurdî bipejirîne û di fermiyetê de rê bide bikaranîna wê. Di beyankirina Kurdistana Xweser de bûyera nasnameya kurdî bûyereke sereke û grîng e, ger ev pêk neyê zêde þansê pêkhatina xweseriyê jî lipêþ nakeve. Bi nasnameya kurdî re bikaranîna zimanê kurdî tê. Divê yekser li her aliyê Kurdistanê dest bi perwerdehiya bi zimanê kurdî were kirin. Perwerde ne tenê ji bo ziman be; ji dibistana seretayî were destpêkirin û ber bi jorê ve hilkiþe. Yanî ne cihên qursên ziman, yekser dibistanên perwerdehiya bi kurdî werin vekirin û dibistanên niha li gund û bajaran hene yên sazûmana tirk ku bi zimanê tirkî perwerdeyê didin, divê werin veguhestin. Bi beyankirina Kurdistana Xweser re divê ti gund û bajarê Kurdistanê destûrê nede mamosteyan ku perwerdeyê bi tirkî bidomînin. Tirkî divê di pileya duwem de bimîne. Yanî cihên girseyên kurdan lê dijîn divê zimanê perwerdeyê yê yekem bikin kurdî. Ji ber ku Kurdistan xweser e, ne serbixwe ye, zimanê tirkî jî wekî zimanê duwemîn divê bê fêrkirin. Lê çi dibe bila bibe divê kurd di biryar û pratîkirina rakirina perwerdeya bi zimanê tirkî û li þuna wê danîna perwerdeya bi zimanê kurdî bi biryar, israr û daxwazker bin. Divê dîsa nebêjin, `` de çi nabe! `` Vê carê çi dibe. Yan tê Kurdistana xweser beyan nekî, yan ku te beyan kir tê nasnameya kurdî derxînî, bikar bînî û dest bi perwerdehiya bi zimanê kurdî û bikaranîna vî zimanî bikî. Ev her du xal grîng û bingehîn in. Divê gel xwe ji avêtina van xalan re amade bike bi biryar bike û xwedî hewldan û israr be. Kurdistan di nava þerekî germ de be jî, ber bi rojên xweþ ve diçe. Ji damezirandina dewleta Merwaniyan û vir ve gava herî cidî ya were avêtin wê ev gava beyankirina Kurdistana Xweser be, lê ku pêdiviyên vê pêngavê neyên bicihanîn jî, dikare xisara herî mezin jî ji vê were dîtin. Ji ber vî yekê her çiqasî ev beyan ji aliyê KCKê ve tê kirin û pêwîstiyên wê tên meþandin jî di esasî de yê lê xwedî derkeve, bide jiyandin, meþandin û bi ruh û can bike, gelê Kurd ê li Kurdistan, Türkiye û her aliyê cîhanê dijî ye. Tiþta gel bi dil û can lê xwedî derkeve û bipejirîne wê bi ser bikeve û ev serkeftin wê bibe ya giþtiya netewa kurd û ya mirovahiyê. Hesen Huseyîn Denîz Bersivan / Yanıtlar : E-mail: serbestiyakurdistan@hotmail.com |