![]() ![]() Nivîsevan / Yazan: Îbrahîm GUÇLU Demjmêr / Tarih: 24.07.2010 18:16:03 Darizandina Konferansa Komara Mehabadê ya Kursdistanê îro (21. 07. 2010) pêk hat. Min bi kurdî û bi nivîskî, Halis Nezan û Þeyhmus Aykol jî bi tirkî û bi devkî parêzname pêþkêþî dadgehê kir. Her çiqas parêznameyên me ne bi dilê dadgehê bû û nerînên min li dijî dewletê hat þirovekirin jî, di derbarê me de biryara beraatê hat dayîn. Ez parêznameya xwe pêþkêþî reya giþtî dikim. ***** “Dadgeha we li ser navê miletê tirk darizandinê dike. Loma jî ji bona me kurdan ne meþrû ye…” Ji Dadgeha Cezayê ya Asliya ya 7-emîn a Diyarbekîrê re, Neteweya kurd, neteweyekî kadîm e û miletekî runiþtvan e li Rojhilata Navîn. Miletê tirk piþt re di sala 1071-an de ji Asyaya Navîn hat li Rojhilata Navîn bi cîh bûn. Dema ku tirk ji Asyaya Navîn hatin Rojhilata Navîn kurdan deriyê xwe ji wan re vekir û ji Alpaslan re bûn alîkar. Lê piþt re Kurdistan ket bin bandor û hegamonyaya wan. Ji bona ku tirk, civateke herêmî nebûn, ji bona bêbaweriya xwe, li hemberî kurdan helwesteke nexwezayî nîþan dan. Erdên li ser rûdiniþtin ji bona ku ne erdê wan bû, her tim êrîþker û zilumkar bûn. Piþt re jî li Kurdistanê desthilatdariya Împeratoriya Osmanî dest pê kir. Împeratoriya Osmanî, li Rojhilata navîn ji derveyî erdên farsan li ser hemû erdên miletên din desthilatdar bû. Dewleta cîran a Împeratoriya Osmanî ya xurt jî Împeratoriya Farsî bû. Di encamê de Kurdistan di sala 1639-an de bi Peymana Qesr-î Þêrînê di navbeyna herdû împeratoriyan de parve bû. Dîsa di navbeyna herdû împeratoriyan de reqabeteke mezin û þerekî dijwar ê berjewendiyê hebû. Loma jî Kurdistan her demê di þerê navbeyna herdû împeratoriyan de bû qada þer. Kurdan ji van þeran zerarên gelek mezin dîtin û pir caran jî kîtlewî hatine kuþtin. Rojhilata Kurdistanê di bin nîr û hegamonyaya împeratoriya Farisî de bû. Bakurê-Baþurê - Baþurê Rojavayê Kurdistanê jî di bin nîr û hegamonyaya Împeratoriya Osmanî de bûn. Ev statuya Kurdistanê ya dubeþî heta piþtî Þerê Cýhanê yê 1-emîn domand. Împeratoriya Osmanî beriya Þerê Cîhanê yê 1-emîn welatên Belqanan û yên li Afrîqayê wenda kiribûn. Di sala 1915-an de jî miletê ermenî ji jenosîdê derbas kiribû. Bes Kurdistan û Erebîstan di bin hegamonyaya Împeratoriya Osmanî de mabû. Piþtî Þerê Cîhanî yê 1-emîn jî, bi Peymana Sewrê hatibû qebûl kirin ku di nav pêvajoyekê de Kurdistan û Ermenîstan wek du dewletên serbixwe ava bibin. Hezar mixabin Peymana Sewrê neket jiyanê. Encama Peymana Lozanê Kurdistan bû çar beþ: Lewra Piþtî Þerê Cîhanê yê 1-emîn di bin mandateriya Fransê û Engilîstanê de Dewleta îraqê û Suriyeyê jî ava bibû. Du beþên Kurdistanê jî ketin bin hegamonyaya Dewleta Suriyeyê û Iraqê. Di tûxuba Îranê û împaretoriya Osmanî de guhertineke esasî/bingehî pêk nehat. Bes di serîhildana milî ya kurd a Agriyê (!932) de, dema ku dewleta tirk dît ku nikare zora kurdan bibe, bi Îranê re guhertina tûxubê kirin ku derûdora serîhildana milî ya kurd bipêçin û serîhildanê bitemirînin. Di encamê de jî dewleta tirk biserket. Kurdan ji bona mafê xwe yê çarenivîsiyê pêk bînin, welatê xwe azad û dewleta xwe ya serbixwe ava bikin, piþtî Kurdistan parçe bû jî li sê parçayên Kurdistanê serîhildanan dest pê kir û tevgerên rizgarîxwaz hatin organîze kirin. Hezar mixabin ew serîhildanan hatin temirandin. Serokên tevgerên milî yên li Kurdistanê hatin kuþtin. Miletê kurd hat qetil kirin û ji bona kurd wek milet ji holê rabe, çar dewlet ketin nav tîfaqeke qelek xeter û qirêj. Kurd kîtlewî û girseyî hatin sirgûn kirin. Li beþa Bakurê Kurdistanê û Baþurê Rojavayê Kurdistanê hemû mafên neteweyî yên kurdan hatin qedexe kirin. Li Rojhilata Kurdistanê û li Baþurê Kurdistanê bes nisbî be jî, mafên kurdan yên çandî û civakî dihatin pejirandin. ***** Kurdan her dem li derfetê geriyane ku welatê xwe azad bikin. Piþtî Þerê Cîhanî yê 2-emîn jî dinya jinûve di navbeyna Dewletên Yekgirtî yên Amerîkayê (DYA-yê) û Yekîtiya Sovyetan de hat parve kirin û li dinyayê pergeleke nû ava bû. Desthilatdarên dinyayê hatin guhertin. Desthilatdariya dinyayê ji Engilîstanê derbasî DYA-yê bû. Îran jî, ji aliyê desthiladarên dinyayê de hat dagirkirin. Di van þertan de kurdan li Rojhilatê û Baþurê Kurdistanê xwestin ku statuya xwe biguherin û azad bibin. Serîhildana kurdan li Baþurê Kurdistanê di bin serokatiya Berzaniyan de dom dikir. Hezar mixabin serîhildana Baþurê Kurdistanê þikest xwar û serokatiya Baþurê Kurdistanê hatin li Rojhilata Kurdistanê bi cîh bûn. Li Rojhilata Kurdistanê bi piþtgiriya Yekîtiya Sovyetan, bi erêkirina DYA-yê û Engilîstanê Komara Mehabadê ya Kurdistanê, di sala 1946-an de di bin serokatiya Qadi Mihemed de ava bû. Di avabûna Komara Mehabadê ya Kurdistanê de serokatiya Baþurê Kurdistanê, Mele Mistefa Berzanî û hevalên wî, hemû kurdên beþên din piþtgiriya komara kurd kirin. Hezar mixabin jiyana komara kurd dirêj nebû. Di heman salê de encama lihevkirina dewletên desthilatdar yên dinyayê ku xwe ji Îranê vekiþandin, Dewleta Îranê êrîþî komara kurd kir. Piþtî êrîþa Dewleta Îranê Serokatiya Komara Mehabadê yê Kurdistanê dîl ket. Serokê komarê Qadi Mihemed, birayên wî Sadrî û Seyfî, gelek berpirsiyarên komarê, encama darizandineke milîter û nehiqûqî hatin derve kirin. Serokê komara kurd Qadi Mihemed li hemberî dadgeha farisan bi lehengî neteweya kurd, Kurdistan, mafên neteweya kurd, makezagona komara kurd, piþtgiriya Berzanî û hevalên wî, piþtgiriya hemû kurdên beþên din bi komara kurd re, parast. Qadi Mihemed vasîyeta xwe ya dîrokî ji bona neteweya kurd nivîsand û pêþkêþ kir. Wek serokekî netewekî li ber xwe da û ruyê neteweya kurd spî kir. Dema hat darizandin qadî û dozgerê dadgehê rezîl û rûsva kir. Lewra qadî û dozger li hemberî serokê Komara Kurd bê edebî dikirin. Dema ku Qadi Mihemed biryar da ku bi miletê kurd re bimîne û qedera xwe bi miletê xwe re bike yek, di heman dem de biryar da ku Mele Mistefa Berzanî û hevalên wî muhatabê hêzên Îranî nebin. Loma Mele Mistefa Berzanî û hevalên wî biryar dan ku derbasî Yekîtiya Sovyetan bibin. Dema Berzanî û hevalên wî xwestin derbasî Yekîtiya Sovyetan bibin, mecbur bûn ku di Bakurê Kurdistanê re derbas bibin. Dewleta kolonyalîst ya tirk jî, ji bona bi Dewleta Îranê re di nav hevkarî û tîfaqê de bû, xwestin ku pêþî li Mele Mistefa Berzanî û hevalên wî bigrin. Lê di vê hewildana xwe de bi serneketin. Mele Mistefa Berzanî û hevalên wî, bi tenduristî û bi awayekî gelek ostatî derbasî Yekîtiya Sovyetan bûn. ***** Hîç þik tune ye ku hilweþandina Komara Mehabadê ya Kurdistanê ji bona hemû kurdan hem trajediyek û hem jî dersek mezin e. Hîn îro jî, ev êþa di dilê her kurdekî û di dilê neteweya kurd de gelek zindî ye. Her kurdek ji ceribandina Komara Mehabadê ya Kurdistanê ders derdixe. Komeleya Kurd a Diyarbekîrê (KURD-KOMê), ji bona ku ji mafên neteweya kurd re xwedî derkeve, hatibû ava kirin. Loma KURD-KOM, ji çanda, dîroka, edebiyata, ji hemû hêjayiyên kurdî re xwedî derket, ji bona ku hêjayiyên kurdî pêþ bikevin xebat kir. Komara Mehabadê ya Kurdistanê hêjayiyeke mezin ya kurdistanî ye. Serokên komara kurd jî, serokên hemû Kurdistanê ne. Bi hilweþandina komara kurd û dervekirina serokên komarê, neheqiyeke mezin li hemû kurdan hat kirin û dewleteke kurdî hat hilweþandin. KURD-KOMê, di çarçeva armanca xwe de ji bona Komara Mehabadê ya Kurdistanê konferansek, di 03. 05. 2005-an de amade kir. Ev konferansa aþkere û li salona þaredariya Baxlaran pêk hat. Bi sedan kes beþdarî vê konferansê bûn. Beþdarên konferansê ji hemû beþên civakê bûn. Hezar mixabin hêzên ewlakarî ji bona ku vê civîne provake û belav bikin, hewildanên nehiquqî û qirêj pêk anîn. Lê bi serneketin. Di konferansê de gelek kesên pispor û berpirsiyarên dezgeh û rêxistinên kurd axiftin kirin. Ez jî yek ji axevtevanên konferansê bûm. Min jî li konferansê di axiftina xwe de, li ser dîroka Komara Mehabadê ya Kurdistanê, li ser zilm û zordariya Dewleta Îranê, li ser piþtgiriya dewletên kolonyalîst yên cîran (Tirkiyeyê-Iraqê-Suriyeyê) ji Dewleta Ýranê re, li ser þexsiyet û nasnameya serokê komara kurd Qadi Mihemed û hevalên wî, li ser dadgehkirina wan ya ne însanî û ne hiqûqî bîrûreyên xwe anîn ser zimên. Min di axiftina xwe de, di heman dem de dersên ji ceribandina komara kurd bên derxistin jî anîn ser zimên. Ez nûha jî ji axiftina xwe re xwedî derdikevim. Ez li ber serokên Komara Mehabadê ya Kurdistanê serê xwe ditewînim. Qadi Mihemed, hiquqzaneyekî bi navûdeng û þexsiyetekî dîrokî bû. Ew serokekî Kurdistanê ye. Ew îro jî ji bona hemû kurdan serokekî hêja ye. Her kurdek ji wî re rêz digrin. Ew gelparêz û neteweparêzek bû. Kesekî leheng, zana, serbilind bû. Qadi Mihemed û hevalên wî, ji bona neteweya kurd, ji bona Kurdistanê canê xwe fêda kirin. Em ji bona wan ceza jî bigrin, ev hîç tiþtek nîn e. Ev cezaya ji bona me serbilindî, þerefek, vezîfeke dîrokî ye. ***** Dozger îdia dike ku me bi konferansa Komara mehabadê ya Kurdistanê, gelê kurd teþwîkî serîhildanê kiriye. Me xwestiye ku di navbeyna kurd û tirkan de cudatiyê pêk bînin. Me xwestiyê di navbeya nijada kurd û tirk de ferqiyetê çê bikin. Kurd, hîç þik tune ye, miletek e û bi taybetiyên xwe ji miletê tirk cûda ye. Wek min li rêzên jorîn jî behs kir, neteweyekî kadîm e û li Rojhilata Navîn rûniþtvan e. Her çiqas îdeolojî û siyaseta fermî ya dewleta tirk, bi dehan salan îdia dike ku kurd tune ne û kurd tirk in; ev nerîna, nerîneke nîjadperest û derevîn e. Neteweya kurd, neteweyekî ji tirkan, ereban, farisan, ji hemû neteweyên dinyayê cûda ye. Li Bakurê Kurdistanê û di tuxûba Dewleta Tirk de jî ji hemû mafên xwe yên neteweyî bêpar e. Welatê me Kurdistan, di bin nîr û hegamonyaya çar dewletan (Dewleta tirk, Iraq, Îran, Suriye) de ye. Kurdistan, di heman dem de ji aliyê dewleta tirk de hatiye dagirkirin û hatiye kolonî kirin. Loma jî mafê kurdan heye ku li hemberî ev statuyê û neheqiyê serîhildin, þoreþa xwe ya milî pêk bînin. Ev serîhildana di vê qonaxeyê de serîhildaneke sivîl, demokratîk a neteweyî ye. Ji bona vê yekê îdiayên dozger xwediyê wateyekê nîn in. ***** Wek min di diruþmeya dawî de jî anîbû ser zimên, dadgeha we jî ne meþrû/rewa ye û mafên dadgeha we tune ye ku min, hevalên min, kurdan dadgeh bikin. Lewra Dewleta tirk, dewleta kurdan nîn e. Loma jî ji bona kurdan dewleteke meþrû nîn e. Dewleteke li ser neteweya kurd zilumkar û dagirker e. Hemû mafên neteweya kurd xesip kiriye. Kurdan bi zor û zulmê di bin hegamonyaya xwe ya kolonyalîst de digre. Her tevgerek mafxwaz ya kurdan bi þidet û zora dewletêhatiye temirandin. Piþtî ku M. Kemal Ataturk û hevalên wan desthilatdariya dewletê girtin destê xwe, navê dewletê û karaktera dewletê guhertin, tunebûna kurdan îlan kirin û otonomiya sînorkirî ya Kurdistanê ya di dema Împeratoriya Osmanî de jî, ji holê rakir. Neteweya kurd jî li hemberî vê neheqiyê derket û ji bona ku welatê xwe azad bike serîhilda. Hezar mixabin ev serîhildanên di sala 1919-an de li Koçgîrîyê, di sala 1924-an de li Beytûlþebabê, di sala 1932-an de li Agiriyê, di sala 1938-an de li Dersîmê pêk hatin, bi qetlîaman hatin temirandin. Van bûyeran gelek aþkere derxist holê ku dewleta heyî na ya kurdan e. Dewlet ji bona ku dewleta kurdan nîn e, dadgeh jî ya kurdan nabe. Lewra dadgeh dezgeha dewletê ye. Tê zanîn ku dadgeh di heman dem de li ser navê neteweya tirk darizandinê dikin û li ser navê kurdan darizandin nakin. Loma jî dadgeha we ne meþru ye û nikare me dadgeh bike. Diyarbekir, 21. 07. 2010 Bersivan / Yanıtlar : E-mail: serbestiyakurdistan@hotmail.com |