![]() ![]() Nivîsevan / Yazan: Mîrza Ronî Demjmêr / Tarih: 24.07.2010 18:00:28 ![]() Mîr Celadet Alî Bedirxan; kurê Emîn Alî Bedirxan, neviyê Mîr Bedirxanê Botan e. Celadet biçeka xwe a þûna gûlleya hibir têde, þoreþek çandî pêk aniye. Bi pênûsa xweyî di xerîbiyê de hîmê zimanê kurdî nûvejen kir û þoreþek ji bo zimanê kurdî da destpêkirin. Þoreþ û þoreþgerî ne karek hêsane, herkes hêsanî nikarê bi bêjê ez þoreþgerim û þoreþê pêk bînê. Kesayetên mîna mîr Celadet di doza xweyî kurdewar de hertim xwedî biryar û bîrdozî bû. Di emrê xweyî tekoþer de Celadet hertim bi doza xwe re dilsozbûye. Berî tekoþîna xweyî Þamê, þoreþgeriya xwe bi çeka gûlleyî dimeþand. Lê piþtî tekçûna serhildana Agiriyê êdî Celadet çeka xwe digûhere û dirajê çeka hibrî. Celadet ji bo zimanê kurdî li heremên serhat û bajarên kurdan gelek geriyaye, bi gelek kesan re daye û standiye, axiviye. Her dengê ku Celadet ji devê kurda dibihîst ji xwere dikir riya þoreþa çandî. Piþtî Celadet hîmê zimanê kurdî fêm dike êdî hedî, hedî li ser alfabeya zimanê kurdî dixebitê. Li gor dengê ku ji kirika mirovê kurd derdikevê dikevê nava hewldanade da ku alfabeyek rast ji bo nivîsandina zimanê kurdî birêsê. Bi zimanzaniya xwe Celadet Alî Bedirxan bihestên netewperweriyê dest bi þoreþek nû dike û dest tavêjê çeka zimanê kurdî. Dinav parçebûna axa kurdistanê de tevlîheviya zimanê kurdî dibînê û li Þamê dest bi xebatan dike. Ji binemala Bedirxaniyan em bigirin heta þoreþgeriya Celadet hertim dilê wa ji bo kurd û kurdistanê jeniye. Lê dilê Celadet gelekî ji bo zimanê kurdî êþiyaye û dermanê zimanê kurdî geriyaye. Bi metoda alfaba latînî Celadet alfebeya zimanê kurdî ji nû vê rista alfabê derdixê û sih û yek tîpên alfaba latînî ji bo karanîna zimanê kurdî pêk tînê. Ku em bibêjin beriya xebata Celadet giranî alfaba erebî û kirîlî zimanê kurdî dihat nivîsandin, lê bi metoda Celadet li ser alfaba latînî danî û li gor deng û kirika ku ji dengê mirovê kurd derdikevê alfaba latînî yek û yek lê tê. Ango ev tîpên ku ez niha pê kîte û hevokan dinivîsim saya serê þoreþa Celadet û keda wî ye. Dema Celadet kedek giranbûha ji bo alfaba kurdî dimeþînê êdî xebata xwe berbi derxistina kovara dîrokî, kovara ‘‘Hawar’’ê de dibê. Mirov dikarê bibêjê tenê bi serê xwe û pênûsa xwe li Þamê dest biderxistina kovara Hawarê dike. Kovar ji bo wî rêxistinek civakî bû. Jibona wê çendê 15 Gûlana 1932’an de hêjmara kovara Hawarê bi kedek xizanî û serbilindî derdixe. Dema mirov vê þoreþgeriya Celadet a ji bo kurd û kurdî dinêre; stratejiya þoreþek netewî bi çeka ziman têde heye. Di hejmara yekemîn a Hawarê de wiha aniye ziman ev fikra xwe ya stratejîk. ‘‘Hawar dengê zanînê ye. Zanîn xwe nasîn e, xwenasîn ji me re riya felat û xweþiyê vedike…’’ Herwiha dîsa bigotina xwe ‘‘gelê bindest, xwe bi du çekan ji serdestên xwe azad dike. Yek ziman û yek jî ol. Lê heke ola bindest û serdest yek be wê demê yek çek dimîne di destê bindest de. Ew jî ziman e.”di van hevokên ku Celadet anîne ziman, mirov dibînê ku Celadet þoreþa dilê xwe û riya azadiya netewa kurd; bi çeka zimanê kurdî û zanînê didê bilind kirin. Kovara Hewarê jibo meqseda xwe a stratejîk bi rêxistinî diweþînê. Wî demî bi riya Hewarê gelek nivîskar û rewþenbîrên kurd dibin banê Hawarê de kom dike. Cegerxwîn bi çeka xweyî helbaestî, Osman Sebrî çeka xweyî wejeyî cihê xwe dinava þoreþa Hawar û Celadet de digirin. Herwiha Celadet bixwe jî, bi gelek nava ji bo hejmarên kovarê nivîs nivîsandine. Bi saya þoreþgeriya Celadet a zimanê kurdî îro em rehetî dikarin bi zimanê xwe bi nivîsin û bixwînin. Gelo heke Celadet ew karê dîrokî pêk ne aniya, me bi kîjan alfabê zimanê xwe bi nivîsta. Dema mirov kûr liser xebata Celadet dayî meþandin binêrê mirov hingî þoreþgeriya Celadet baþtir fêm bike. Lê tiþtek ne xweþ heye hertim qedrê þoreþgeran dereng tên naskirin. Kesên wek Celadet Alî Bedirxan bi keda destê xwe û hêviya serfiraziya gelê xwe tekoþîn li ser milê xwe û çend hevalên xwe meþandiye. Gelek caran heqê çapkirina kovarê dest ne xistiye. Lê dîsan jî ji bo doza zimanê xwe bi xîzanî jî be, ewî þoreþa dilê xwe pêþ de biriye. Lê mixabin feleka xayîn ew bê deng digirt û dema di nava erdê pembû de, ji bo avdaniya pembûyê xwe jenetorê jibo av kiþandinê datînê ser devê bîrê û dema diceribênê ax dibin lingê wîde dihezê, diþemitê û dikevê bîra qederê de, giran birîndar dibe. Bîra qederê þoreþger Celadet Alî Bedirxan nasnakê û ewî tevlî refê nemiran dike û Celadet li Þamê 15 Tîrmeha 1951’an de, diçe ser dilovaniya xwe. Li goristana þêx Xalidê Neqþîbendî, li kêleka bapîrê wî Mîr Bedirxan hatiye veþartin. Li ser qebra wî hevalê wî Qedrîcan wiha nivîsiye ‘‘Mîrê kurd, lawê kurdistan. Neviyê Bedirxan Celadet. Fedekar xwediyê himmet, cendekê wî ku di vir de binax bû, giyanê wî bilindî asîman bû. Ne miriye zindiye navê wî ebedî ye.’’ * Ev nivîs min ji bo rasthatina salvegera mirina nemir mîr Celadet Alî Bedirxan nivîsiye. Li vir, ez wî û giyanê wî bîr tinim û bilindkirina tekoþîna doza wî dikim. Mîrza Ronî Cizîra mîr Þeref, Cizîra Botan (Moderator: Konê Resh) Bersivan / Yanıtlar : E-mail: serbestiyakurdistan@hotmail.com |