Serbestî, mafê herî bingehîn ê mirovî ye, lê kurd jê bêpar e.


[ Bersivek Binivîse | Yanıt Yazınız ]  [ Forum ]  [ Nivîsên Nuh | Yeni Yazılar ]

Hesîp Kaplan(BDP) - Halîl Bakirci - Cemîl Çîçek: Sê kesên þoven û nîjadperest...

Nivîsevan / Yazan: Îbrahîm GUÇLU  
Demjmêr / Tarih: 20.07.2010  03:36:33

Hevalên Hêja,

Di van demên daw'î de Hesîp Kaplan, Halîl Bakirci, Cemîl Çîçêk êrîþî mafên miletê kurd kirin. Ev nerînan bûn sedemên gelek gengeþiyan. Ez jî di derdarbarê van nerînan de, bîrûreyên xwe bi we parve dikim.

Serkeftin û bextewariya we daxwaziya min e.

Îbrahîm GUÇLU


***************************************




Hesîp Kaplan(BDP) -Halîl Bakirci-Cemîl Çîçek: Sê kesên þoven û nîjadperest...

Îbrahîm GUÇLU
(ibrahimguclu21@gmail.com)

Li dinyayê her pirsekê, 10-20 salan, zêdetir 30-40 salî domandiyê û piþt re çareser bûye, ji holê rabûye. Pirsgirêke mezin ya li dinyayê, pirsa sîstema sosyalîst û kapîtalîst-demokrat bû. Vê pirsê jî 70 salî domand. Di sala 1989-an de dawiya þerê sar hat û sîstema sosyalîst jî hilweþiya. Piþt re li dinyayê di çarçeweya navneteweyî de pirsgirêkeke nû dest pê kir.

Hezar mixabin pirsgirêke neteweya kurd û azadiya Kurdistanê 200 sal e, dom dike. Heger desthilatdariya M. Kemal û hevalên wî wek moment/peryod bê pejirandin, pirsa neteweya kurd di dîroka nêzik de 90 sal e, dom dike. Hîn jî li ser pirsa neteweya kurd ev minaqeþeyan dê dom bikin.

Minaqeþeyên li pirsa neteweya kurd carna resyonal û ilmî ne, carna jî îrresyonal û ne ilmî ne. Di van rojên dawî de jî li ser pirsa neteweya kurd, bîrûreyên xerîb, balkêþ, þoventir û nîjadperesttir tên ser  zimên.

Bi taybetî jî nerînên Hesîp Kaplan, Halîl Bakirci, Cemîl Çîçek di van rojên dawî de gelek balkêþ bûn. Lewra ew sê kesan jî di nav kurdan û tirkan de xwediyê ciyekî û meqameke girîng in.

                                                                    *****

Di van rojên dawî de Ertugrul Ozkok, di rojnameya Hurriyetê de nivîsek li ser qedera tirkan û kurdan nivîsand. Di nivîsê de bi giþtî qal kir ku ji bona ku ew nerehetiya li Tirkiyeyê girêdayî “pirsa kurd” ji holê rabe, “em ne mecbur in ku bi hevûdu re bijîn. Em kurd û tirk dikarin ji hevûdu veqetin, tirk û kurd ji hevûdu cûda jiyane xwe rêdixin û organîze dikin.”

Armanca Ertugrul Ozkok erênî ye, an jî neyênî ye, ew pirseke din e. Em baþ dizanin ku di sala 2005-an de dema Komeleya Kurd a Diyarbekîrê ava bû, ev komeleya cûdaxwaz îlan kir û þibande komeleyên Balqenan yên cûdaxwaz. Lê Ertugrul Ozkok agahdariya wî wek marksîstekî kevn û lîberalekî nû yê otorîter ji mafên çarenivîsiya neteweyan, ji Prensîbên Wîlson û Lenîn heye. Li cem vê yekê jî, mirovekî rasyonal û realîst e.

Ertugrul Ozkok ji bona ku di çapemeniya tirk de xwediyê giraniyekê û ji aliyê din de ev nerîna ji wî nedihat payîn, nerîn û pêþniyarên wî bûn sedem ku li ser nerînên wî minaqeþeyên girîng û fireh pêk bên. Beþek nivîskar û rojnamevan ew bi nîjadperestî tewanbar kirin. Helwesta wî li dijî kurdan þirove kirin. Di esil de ew kesên Ertugrul Ozkok bi nîjadperestî tewan dikirin, þovenîst û nîjadperest in, dewleta unîter diparêzin û dixwazin ku ew statuya kolonyalîst û kolonî ya di navbeyna neteweya kurd û tirk de dom bike. Kurd li Kurdistanê desthilatdar nebin û qasî neteweya tirk jî xwediyê maf nebin.

Miletên serdest jî, du miletên wekhev jî xwediyê mafê çarenivîsiya xwe ne. Jiyanê û ceribandina miletan ya 20 salên dawî jî gelek aþkere diyar kir ku miletên serdest ji miletên bindest; miletên wekhevî bi hev re dijîn jî, dema xwestin dikarin ji hevûdu veqetin. Ceribandina Îsveç û Norveçê, Çekoslovakyayê û Yekîtiya Sovyetan, ji vê pêvajoyê re mînak in.

Li hemberî Ertuðrul Ozkok, refleks û tepkiya xerîb ji kurdekî hat. Ev jî refleksa Hesîp Kaplan bû. Hesîp Kaplan jî, li Antalyayê di civîneke giþtî de Ertugrul Ozkok tewanbar kir û bi kurtî got ku “li Tirkiyeyê pirsa nayê minaqeþekirin yekîtî û hevbeþiya Tirkiyeyê ye. Ez naxwazim ku lawekî min li Þirnaxê û lawekî min jî li Edîrneyê bijî.”

Hesîp Kaplan bi vê helwest û nerîna xwe ji aliyekî de li dijî azadiya fikrî û minaqeþeyan mafê çarenivisî ya kurdan derket. Ji aliyê din de jî li dijî cudabûna kurdan ji tirkan,  ji serxwebûn û azadiya Kurdistanê, ji mafê çarenivîsiya kurdan re derdiket.

Wê demê Hesîp Kaplan wek kurdekî ne, wek tirkekî nîjadperest û þovenîst helwest nîþan dida. Vê yekê helwesta Stalîn ya li Gurcîstanê û nerîna Lenîn di derbarê wî de anî bîra min. Wek tê zanîn neteweya gurcî demekê xwest ji Yekîtiya Sovyetan veqete û bibe dewleteke serbixwe. Ji bona vê jî dest bi serîhildeneke milî kir. Lenîn wê demê nexweþ bû. Ji bona qanekirin û çareserkirina pirsa gurciyan Stalîn wezîfedar kir. Lewra Stalîn jî gurcî bû. Stalîn dema çû Gurcistanê, li wir qetlîamek pêk anî. Piþtî vê qetlîamê Lenîn gelek eciz bû. Hezar mixabin ji bona nexweþ bû, ji destê wî tiþtek nehat. Bes wî Stalîn tewanbar kir û got: “Stalîn, wek gurciyekî, ji nîjadperest û þovenîstekî rus zêdetir nîjadperest û þovenîst e.”

Ez jî dibêjim, Hesîp Kaplan bi parastina dewleta unîter û yekîtiya Tirkiyeyê, statuya heyî diparêze. Dixwaze ku neteweya kurd serbixwe û azad nebe. Ji mafên neteweyî bê par be. Ew jî kurdek e. Wê demê mirov dikare bibêje ku “Hesîp Kaplan, ji tirkekî þovenîst û nîjadperest zêdetir þovenîst û nîjadperest e.”

Lê divê baþ bê zanîn, Hesîp Kaplan kesekî xweser nîn e. Parlamenterê BDPê ye. Xwedêgirawî li parlamentoya tirkan, kurdan temsîl dike. Loma jî nerînên wî li Tirkiyeyê û bi taybetî jî di nav kurdan de deng veda û li cem beþek kurd jî þokê çê kir. BDPê dema ku Hesîp Kaplan ji partiyê dûr nexe,  divê helwesta Hesîp Kaplan bi BDPê re bê girêdan. Heta nûha jî, ji BDPê deng derneket û di derheqê Hesîp Kaplan de rexneyek jî nehat kirin. Wusa xuya ye, BDPêyî, ji helwesta Hesîp Kaplanê þovenîst û nîjadperestê tirk gelek kêf xweþ in.

Elbet divê em neheqiyê zêde li Hesîp Kaplan jî nekin. Hesîp Kaplan tu wext nebûye kurdperwerekî û di nav tevgera kurd de jî cih negirtiye. Ew endamê CHPê û CHPêparestek bû.  Ew jî bi pereþûdê daket nav tevgera kurd. BDPê jî, dibêje “ez partiyeke kurd nîn im.” Dewleta unîter û yekîtiya Tirkiyeyê diparêzim.

Pirsa girîngtir ew e, serokê wan Ocalan, Kemalîstekî hêja û dijminê serokên Tevgera Millî yên Kurdistanê ye. Ew jî dibêje ku “mafê kurdan tune ye, li Kurdistanê bibin  otonomî, federe û dewlet.”

                                                           *****

Halîl Bakirci, serokê þaradariya Rîzeyê û endamê Partiya AKê ye. Di van rojên buhurî de wî jî gorî xwe ji bona “pirsa kurd” çareseriyek dît û pêþkêþî reya giþtî kir. Wî got ku “divê em kurdan re nebin xesim, divê em bibin xisim.” Ji bona vê yekê jî, “divê tirk bi keç û jinên kurdan re bizewicin.”  

Halîl Bakirci, diyar e tirk jî nîn e. Ew kesekî ku nesil û nîjada xwe wendakiriye û di nav tirkan de heliyaye. Ew dixwaze ku nîjad û neteweya kurd bi riya zewacê ji holê rabe, kurd bibin tirk.

Ev nerîna Halîl Bakirci, nerîna fermî ya dewleta kolonyalîst e. Piþtî M. Kemal û hevalên wan desthilatdariya siyasî û dewletê girtin destê xwe, hebûna neteweya kurd înkar kirin û hemû mafên neteweyî yên kurdan xesip kirin. Ji bona neteweyekî nû ya tirk ava bikin û kurdan bikin tirk, siyaseteke dewletî meþandin.

Ev helwesta, helwesteke nîjadperest e. Li dijî mafên neteweya kurd û mirovatiyê ye.
Partia AKê ji bona vê li hemberî helwesta serokê þaradariya Rîzeyê reaksîyoneke xurt nîþan da. Ji bona wî ji partiyê dûr bixin xebat dikin.

                                                             *****

Helwesta en dramatîk û xeter, helwesta cîgirê serokwezîr Cemîl Çîçek e. Cemîl Çîçek wek tê zanîn kesekî dewleta kûr e û di nav Partiya AKê de ye. Kesekî muhafazakâr e û demeke dirêj e ku parlamaentêr e. Wî her demê li hemberî kurdan siyaseteke xerab meþandiye. Di van demê dawî de jî girêdayî siyaseta AK Partiyê ketiye nav nermiyekê! Lê di van rojên dawî de, piþtî ku bi Serokkomar re ji Nîjeryayê vegeriya, dîsa li hemberî kurdan jahra xwe ya þovenîst û nîjadperest rijand.

Dema ku ew bi serokkomar re li Nîjeryayê bû, xort û zarokên Nîjeryayî, ji wan re bi tirkî stran gotibûn. Ew jî tiþtekî gelek xwezayî ye. Lewra tirkek jî, bi zimanê din stranan dibeje û dikare bibêje.

Cemîl Çîçek girêdayî ew strangotina zarokên Nîjeryayî bi tirki, got ku “me tirkî bi Nîjeryayîyan fêr kir, lê bi kurdan fêr nekir.”

Ew helwest û refleksa jî, helwest û refleksa dîrokî ya nîjadperest û þovenîst e. Ev helwesta Cemîl Çîçek derxist holê ku ew gufûgofên ji bona “pirs kurd” tên kirin ji bona xapandin û bi awayekî din tirkirina kurdan e.

Diyar e Cemîl çîçek hîn ji zimanê kurdî re rêz nagre û amade nîn e, kurd bi zimanê xwe perwerde bibin. Hebûna wan ji aliyê makezagonê de bê perjirandin.

Divê Cemîl Çîçek ji hikumetê dev berde. Partiya AKê helwesta xwe ya li hemberî þaredariya Rîzeyê, li hemberî Cemîl Çîçek jî nîþan bide.

Amed, 15. 07. 2010




Bersivan / Yanıtlar :

[ Bersivek Binivîse | Yanıt Yazınız ]  [ Forum ]  [ Nivîsên Nuh | Yeni Yazılar ]


Serbesti Web / 2003 - 2010
E-mail: serbestiyakurdistan@hotmail.com