Serbestî, mafê herî bingehîn ê mirovî ye, lê kurd jê bêpar e.


[ Bersivek Binivîse | Yanıt Yazınız ]  [ Forum ]  [ Nivîsên Nuh | Yeni Yazılar ]

Helbestvana Kurd Diya Ciwan

Nivîsevan / Yazan: Konê Reþ  
Demjmêr / Tarih: 14.07.2010  00:57:33

Helbestvana Kurd Diya Ciwan
Malbata Þûzî li welat û dervî welat!






   Vê sibehê (12/07/2010), bi dilekî þikestî û mixabiniyeke mezin min nûçeya koçkirina dawî ya dostê xwe Seîdê Mele Ehmedê Þûzî (Bavê Ciwan), di medya kurdî de xwend. Min Bavê Ciwan wek welatperwerekî resen, hunermendekî wêneyê yê pêþeng di Qamiþlo de nas kir.. Hem jî hevaldostê rewþenbîran û helbestvanan bû..

   Bavê wî, Mele Ehmedê Þûzî bû, yek hîmdarên komela Xoybûnê bû di sala 1927an de û lebatekî jêhatî bû di þoreþa þêxê þehîd Evdulrehmanê Garisî de li çiyayê Botan..

   Bavê Ciwan jî li ser rêka bavê xwe diliviya.. Çendî li ber çavên min mezin dibû dema ku wî dîwanên dotmama xwe Diya Ciwan tanîn Qamiþlo, li helbestvanan, rewþenbîran û zimanhezên peyva kurdî  belav dikirin.. Erê, çendî bi dotmama xwe Diya Ciwan re dilsoz û wefadar bû..

   Belê, wek ku Sofoklîs nîþan dike; çendî mirov bi vîn û deyax be, dema ku qeder bê, her tiþtî.. tev projeyên mirov li binguhê hev dixîne û ji hev belawela dike.. Berberî bi qederê re nayê kiþandin.. Û wek ku Kurdan jî gotiye; Dinya baqê nîvciye..

   Di wiha rewþ de mirov neçar dibe ku sebir û aramê bikiþîne..

Berî çend rojan Bavê Þiyar ji Þevbuhêrkên Kurdî li Þamê, hatbû Qamiþlo, me hev dît. Ji min pirsî ka em çi bikin bo 59 saliya koçkirina Mîr Celadet Bedirxan?  Min jêre got, wê divîbe ez ê bêm Þamê û em ê bi hev re, di gel Diya Ciwan û bavê Ciwan herin serdana gor Mîr Bedirxan, Mîr Celadet û Rewþen xanim Bedirxan.. Gulan li ser gora wan deynin û mûman vêxînin.. lê xuya ye bavê Ciwan sebir nekiþand, berî me xwe bi goristana Þêx Xalidê Neqiþbendî ve gihand, da ku mizgîniyê bide mîrên Botan û ji wan re bibêje: Mizgîniya min li we mîrekên Botan! Gelê kurd þiyar bûye.. þiyarbûna wî di serdana gora we û bîranînên we de xweþ diyar e. Gelê kurd ber bi azadî û serxwebûnê ve diçe..

Belê Diya Ciwan! Em jî ne kêmî we di þîniya koçkirina Bavê Ciwan de ne.. wê nebedîbûna wî li cem min jî valabûneke mezin biafirîne.. Eve karê dinyê Diya Ciwan.. Kes nikare li pêþ qederê bisekine..

Em ji Yezdanê dilovan bihêvîne ku cihê wê bihiþta rengîn be..
Bela serê we sax be, serê malbat, heval û hogirên wî sax be û serê gelê Kurd sax be.



Konê Reþ

Qamiþlo12/07/2010


Bersivan / Yanıtlar :

[ Bersivek Binivîse | Yanıt Yazınız ]  [ Forum ]  [ Nivîsên Nuh | Yeni Yazılar ]


Serbesti Web / 2003 - 2010
E-mail: serbestiyakurdistan@hotmail.com