Serbestî, mafê herî bingehîn ê mirovî ye, lê kurd jê bêpar e.


[ Bersivek Binivîse | Yanıt Yazınız ]  [ Forum ]  [ Nivîsên Nuh | Yeni Yazılar ]

Ez ji serxwebûna Kurdistanê re dixebitim

Nivîsevan / Yazan: Cankurd  
Demjmêr / Tarih: 14.07.2010  00:50:23

Ez ji serxwebûna Kurdistanê re dixebitim








Min bihîst ku "hêja"yekî Kurdan gotiye: ”Ewê gotina serxwebûna Kurdistanê bike, êdî ew xayîn e.”!!!

Hêjayo! Bi Xwedê, ez ji serxwebûna Kurdistanê re dixebitim, û ev e armanca min a tev bilind e di jîna min de, û ez amade me di ber vê yekê de canê xwe jî bidim. Heger eve “xiyanet” e bo gelê Kurd, de rabe ji comerdiya xwe navê min di lîsteya xayînan de binivîse. Hema her bawer bike, wê rojekê ev gelê binzorkirî bigihe serxwebûna xwe û wê navên xayînên dij bi serxwebûnê di deftera xwe ya zêrîn de nebîne…Wê sergoyên Kurdistanê jî bi wan “xayîn” ên rast xayîn neyên navkirin. Ez soz didim te.

Hêjayo!

Te dikanî bigota:”Ewê serxwebûna Kurd û Kurdistanê dixwaze, dilgermekî nezan e, helbestvan û xewnok e.” an jî te bigota:”Qey ew har bûye, bi çiya ketiye, û ji xwe re koçk û serayan li ser ewiran pêda dike, çêrokên Avatarî ji xwe re vedihûne, an ew ciwanmirovekî tênegihayî siyasetê ye…” Hema kesê/a serxwebûna Kurd û Kurdistanê ji xwe re bike armanc û axaz,tu wî/ê wekî “Xayîn” bidî þeqlekirin, eve tew nakeve seriyan û pêwîste tu mikiriyê bi çewtî û þaþî û kêmhiþiya xwe bînî zimên û poþmaniya xwe li ber gelê xwe bidî diyar kirin.

Li gor ya te be, heme rêber û mezin û serkêþên gelê me, yên xûna xwe, can û malê xwe, bo vê yekê dane, tev xayîn bûn…Qey Dr. Fuad, Þêx Seîdê Pîran, Leyla Qasim,Dr. Þivan û Mazlum Dogan xayîn bûn? Hema di van 30 salên dawî de bi hezaran law û kiçên me yên leheng ji serxwebûna Kurdistanê re zevîn û çiyayên xwe bi xûna xwe avdane. Qey ewana giþ nandoz û dizkar û keleþ bûn, peyrewên neyaran û “Caþ” bûn?

Di vir de, tu û çi kesê/a wek te diramîne, nagihin toza bin lingên wan fedekaran, niþtperweran û azadîxwazan…Þehîdan…

Ewana ciwan bûn, ji Kurdaxê, li rojavayê Kurdistan, ji Behdînan û Soran li jêriya Kurdistanê, ji Sine û Mahabad û Xoy, ji rojhilatê Kurdistanê, ji Amed, Batman, û swêreka bakurê Kurdistanê, û ta ji komarên asiyayî yên Sovêtistana berê, hatin, lek bi lek, da di ber gelê xwe de berxwedanê bikin û ji serxwebûna niþtê xwe re xûna xwe bidin. Qey evana tev “Xayîn” bûn?

Gelê Kurd dixwaze di nav hev de, bi hev re, wekî neteweyeke cîhanê bijî, azad û serbixwe… Kesek nikane vî mafî herdem bincil bike, bitepisîne…û ji mejiyê gelê me sîlbike…Ev ramana hêja û pîroz ketiye seriyê min jî, û wekî min bi mîlyonan mirov li Kurdistanê hene, ku amadene di ber serxwebûna Kurdistana xwe de canê xwe bidin.

*Herbijî têkoþîna neteweya Kurd bo Serxwebûna Kurdistanê


Li gel silavan / Grüsse / BESTS/ Salamat

Cankurd

http://peyam.eu
http://ar.netlog.com/keloshk
http://en.netlog.com/kurdax

Têldest: (+49) 163 869 81 59

Bersivan / Yanıtlar :

[ Bersivek Binivîse | Yanıt Yazınız ]  [ Forum ]  [ Nivîsên Nuh | Yeni Yazılar ]


Serbesti Web / 2003 - 2010
E-mail: serbestiyakurdistan@hotmail.com