![]() ![]() Nivîsevan / Yazan: Nûrî Celîk Demjmêr / Tarih: 10.07.2010 17:56:40 Guhertina makzagonê û helwesta BDP Yek ji sedema pêþneketin û demokratîknebûna Tirkiyê makzagona darbeya leþkerî ya 1980î ye. Ev makzagona ku bi destê generalên faþîst ve hatiye amadekirin, di pêþveçûna civaka Tirkiyê de astenga herî mezin e. Heta ev makzagon neyê guhertin û makzagonek mafdar ji Tirkiyê re nebe bingeh, wê demokrasîya Tirkiyê jî seqet bimîne û wê tu pirsgirêk jî neyên çareserkirin. Erdogan û hikûmeta xwe, Amerîka û Tekîtîya ewrûpayê jî vê baþ zanin. Ji ber vê ye ku Erdogan û hikûmeta xwe dixwazin vê makzagona paþverû biguherin û rê ji hinek maf û azadîyan re vekin. Wek me li jor jî anî ser zimên, guhertinek yekser û anîna demokrasîyek hemdem wê wextek dirêj bigre. Heya ji dezgeh û partîyên Kemalîst bê wê ji guhertina makzagonê re bibin asteng û xizmeta dezgehên kûr û tarî bikin. Guhertina makzagonê wê desthilatdarîya hinek dezgehên kûr û tarî têk bibe û ewrên reþ û tarî ji semayên Tirkiyê rake. Lê helbet wê ev guhertin jî bi êþ û jan be, ne li gor dilê me be jî, divê guhertina her xalek ji xalên vê makzagona paþverû bê destekkirin û Erdogan di vê derbarê de bi tenê neyê hiþtin. Mesela me ne lêdana nahtorî lê xwarina tirî ye. Kurdên ku herî zêde mexdûrên vê makzagona faþîst in, gerek di guhertina makzagonê de Erdogan û hikûmeta wî bi tenê nehêlin û rûn li ser nanê dezgehên tarî yên wek MHP û CHP nekin. Divê partî, dem û dezgeh û Kurd bi yekserî aqlêselîm bifikirin, kar û xisarê baþ biwezinînin. Divê Kurd ji berjewendîya partîya xwe zêdetir li berjewendî û daxwazên milletê Kurd bifikirin û li gora wê bilivin. Lê mixabin çawa ku di vekirina TRT6ê de helwestek neyînî û nerast hat girtin, di guhertina makzagona Tirkiyê de jî heman helwesta nerast tê girtin û partîya ku xwedêgiravî li ser navê Kurdan di meclîsê de ye, yanî BDP, di refê MHP, CHP û dezgehên din de cîh digre û berjewendîyên Kurdan zikopiþto li erdê dixe. BDP a ku bi navika xwe ve bi Îmralî û siyaseta Ocalan ve girêdayî ye, hetanî îro jî siyasetek serbixwe û xwedî þexsîyet nemeþand û ji sînorê siyaseta Îmralî û Qendîlê derneketiye. Dil dilxwest ku rêveberên BDP ji berjewendîyên Îmralî û Qendîlê wêdetir, li berjewendîyên milletê Kurd bifikirin û siyasetek serbixwe bimeþînin. Lê xuyaye kurmê þîrî heta pîrî ye û guhertina siyaseta BDP jî wek zabûna qantirê ye. Dike û nake nikare serbixwe siyasetê bike, berê wê li Îmralî û piþta wê jî li milletê Kurd e. Ji bo guhertina hinek xalên makzagonê, BDP di refê CHP a þovenîst de cîh girt û beþdarî nîqaþên li meclîsê nebû, boykot kir. Ango piþtgirî neda AKP û CHP ji xwe re nêzîktir dît. Ji xwe di her hevdîtinên Ocalan û parêzerên wî de AKP di refê dijmin de tê dîtin û sedema her bûyera neyînî AKP tê dîtin. Balkêþ e, AKP a ku bûye tirsa dilê MHP, CHP û çeteyên wek Ergenekonê û dixwaze siyaseta Kemalîzmê biherifîne, bûye tirsa dilê BDP û Îmralîyê jî. BDP ji Îmralî û Îmralî jî nikare xwe ji hinek dezgehên ku pêre têkildar e veqetîne. Yan na çima dijminatîya AKP a ku dixwaze hinek gavên demokratîk bavêje tê kirin. Gelo avêtina hinek gavan û guhertina makzagona Kenan Evren ne di berjewendîya gelê Kurd û Tirk deye? Naxwe çima BDP di refê CHP û Kemalîstan û MHP faþîst de cîh digre û piþta xwe dide siyaseta AKP? Ez bawer nakim di dinyayê de partîyek mexdûr rabe li dijî guhertina makzagona ku bûye sedema mexdûrîyeta wê derkeve. Ev helwest dûrî aqila ye, nakeve serê kesekî. BDP a ku partîyek herî zêde mexdûr e û gerek di guhertna her xalek makzagonê de destekê bide AKP, radibe di refê MHP û CHP a Kemalîst de cîh digre û piþtgirîyê nade guhertina xalên destûra darbeya faþîst a 12ê Îlona 1980î. Îcar ez ji we dipirsim gelî xwendevanan: Gelo ev biryara DTPê a boykot kirina makzagonê çi sosret e, çi siyaset e û çi Kurdewarî ye ? Bersivan / Yanıtlar : E-mail: serbestiyakurdistan@hotmail.com |